Li başûrê Hindistanê agir bi treneke rêwiyan de ket. Agir du vagonên trenê da ber xwe û li gor agahiyên ewil 23 kes mirin gelek jî birîndar hene.
Rayedaran diyar kir di trena ku 2 kîlometre dûrî bajaroka Pûttaparthiya eyaleta Andra Pradeşê bû de şewat derket. Alavên agir du vagonên trenê dan ber xwe. Ji rêwiyên ku di vagonan de bûn 67 ji wan cam şikandin û ji paceyan xwe avêtin derve. Lê ji ber ku derî asê bûn, 23 kes bê hewa man û mirin.
Hat destnîşankirin di nav miriyan de 2 zarok jî hene. Bi dehan kesên birîndar jî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.
Li Hindistanê rojê ji 18 milyonî zêdetir kes bi trenê rêwîtiyê dikin.