Li bajara Karamanê agir bi malekê ket û di encamê de dayîkek û 3 zarokên wê mirin.
Li taxa Fatîhê di apartmanekê de ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Li ser îxbara welatiyan, tîmên agirkujiyê hatin. Tîmên agirkujiyê cinazeyê Elîfe Akbulutê (37) û zarokên wê Ayşe (10), Rabîa (7) û Osman (4) ji malê derxistin.
Der barê şewatê de lêkolîn dan destpêkirin.