Piştî qezayê ajovanê otobusê û 5 rêwî ji şibakê pekiyan derve û ji şewatê filitîn. Bi îhtimaleke mezin di heyama qezayê de rêwîyên din di xewê de bûn û bi şewatê mirin.
Li gor agahiyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ji ber qezayên trafîkê herî zêde meriv li Hindistanê dimrin. Tê diyarkirin ku li hemû Hindistanê her sal ji 110 hezarî zêdetir kes ji ber qezayan dimrin.