Li Erzîncanê otobusek ji ber ku rê cemed girtibû ji kontrolê derket û qelibî. Li gor tespîtên ewil kesek mir û 41 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin otobusa bi plakeya 34 FA 6307 ku şofêrê wê Sedat Sari bû ji Erziromê derketibû rê û ber bi Mêrsînê ve diçû. Otobusa rêwiyan di 16mîn kîlometreya rêya Erzincan-Sîwasê ya li texma Kampusa Yanlizbaga Zanîngeha Erzîncanê ji rêya ku cemed girtibû derket û gindirî şerampolê.
Li gor tespîtên ku heta niha hatin kirin di qezayê de kesek mir û 41 kes jî birîndar bûn. Kesên ku di otobusê de asê man ji hêla polês, ekîbên tendûristiyê û xelaskirinê ve hatin derxistin,kesên birîndar jî sewqî nexweşxaneyên bajêr kirin.
Ji bo nasnameya kesê ku di qezayê de mir bê eşkerekirin jî xebat didomin.
Hat diyarkirin ku di otobusê de 54 jê rêwî bi tevahî 58 kes hebûn.