Li Tel Avîva paytexta Îsraîlê di otobusekê de êrîşa bi kêr hat kirin û 9 kes birîndar bûn û polêsan jî gule berda êrîşkar.
Li gor agahiyên ku ji Berdevkê Çapemeniyê yê Midûriyeta Ewlehiyê yê Îsraîlê Mîcky Rosenfeld hat hildan di êrîşa bi kêrê ya ku di otobusê hat kirin de 5 jê xedar 9 kes birîndar bûn.
Rosenfeld diyar kir ku polêsan gule berî êrîşkar da û wiha pê de çû: "Em wisa difikirin ku ev bûyer êrîşeke terorê ye."
Hat ragihandin, êrîş li nêzî Pireya Maarîvê ya ku gelek kes di ser û bin derbas dibin de hat kirin û ji ber îhtimala êrîşên din li cihê bûyerê tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.
Hat gotin ku birîndarên rewşa wan xedar ji bo dermankirinê rakirin Navenda Tipê ya Işîlovê.