Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan li dorberê Mûsilê operasyonê dikin û hêzên pêşmergeyan nehiyeya Waneyê û 4 gund ji destê DÎŞIyê xilas kirin.
Ji fermandarê pêşmergeyan ê li herêmê Reşîd Hecî Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku hêzên pêşmergeyan li bakurê Mûsilê ber destê sibehê li dijî DÎŞIyê operasyoneke mezin çêkirin û wiha got: "Bi alîkariya balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî operasyon hat kirin û di operasyonê da nehiyeya Waneya 35 kîlomêtro li bakurê Mûsilê, gundên Zimrûd, Tel Zeheb, Sehlîc û Askî Mûsil hatin xilaskirin."
Elî diyar kir ku pêşmerge ber bi Keskeyê va diçin û wiha got: "Em bombeyan davêjin ciyên ku milîtanên DÎŞIyê tê da ne. Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî jî alî me dikin. Em ê îro xeberên xweş bidin."
Wek mayîn hat destnîşankirin ku operasyonên pêşmergeyan perçeyekî "Plana Rizgarkirina Mûsilê" ne. Bi van operasyonan ji bo operasyona artêşa Iraqê ya li ser Mûsilê bingeh tê çêkirin.