ÎSTANBUL
Di Koma Byê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Galatasarayê Kopenhag 3 - 1 têk bir. Galatasaray di Koma Byê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de bi tîma Kopenhag a Danîmarkayê re hat hemberî hev.
Di pêşbirkê de Galatasaray li hemberê dijberê xwe 3 - 0 bi ser ket û nîva ewil jî bi vê skorê qediya.
Galatasarayê baş dest bi pêşbirkê kir demê hêj deqîqeya 9an nîşan dida ku Melo tîma xwe 1 - 0 li pêş xist. Di deqîqeya 38emîn de, bi gola ku Sneîjder avêt ve tîma sor û zer skor kir 2 - 0. Galatasarayê gola xwe ya 3emîn jî, di deqîqeya 45+1an de bi lêdana Drogba ve qezenc kir û nîva ewil a pêşbirkê li hemberê dijberê xwe 3 - 0 li pêş qedand.
Di nîva duyemîn a pêşbirkê de ji Galatasaryê tu gol nehat. Lê Kopenhagê wek Galatasaray nekir û di deqîqeya 88emîn a pêşbirkê de bi lêdana Claûdemîr ve skor kir 3 - 1.
Piştî vê golê ji her du tîman jî tu gol nehat û Galatasarayê li mala xwe Kopenhag 3 - 1 têk bir û bû xwediyê 3 pûanan.