Di pêşbirka Koma Dyê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Galatasaray û Borussîa Dortmunda tîma Almanyayê hatin hemberî hev û pêşbirk 4 û 1 qediya.
Golên Borussîa Dortmundê di deqîqeya 39an de Reûs, di deqîqeya 52an de Sokratîs, di deqîqeya 73an de Aûbameyang û di deqîqeya 86an de Îmmobîle avêt.
Gola Galatasarayê jî di deqîqeya 70an de Hakan Balta bi serê xwe avêt.
Bi vî awayî Galatasaray li Dortmunda bajerê Almanyayê li hemberî dijberê xwe Borussîa Dortmunda 4 û 1 têk çû.