Di nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Juventûs û Real Madrîd hatin hemberî hev. Di vê pêşbirkê de Juventusê dijberê xwe 2 û 1 têk bir.
Di pêşbirka ku li Torînoya bajerê Îtalyayê hat lîstin de Juventusê tîma Real Madrîdê 2 û 1 têk bir.
Gola Juventusê ya ewil di deqîqeya 8emîn de Moratayê avêt.
Gola Real Madrîdê ya beramberiyê di deqîqeya 27emîn de Ronaldo avêt û skor kir 1û 1.
Gola Juventusê ya dawî di deqîqeya 57emîn de bi penaltiyê Tevev avêt.
Pêşbirk 2 û 1 bi serkeftina Juventusê qediya.