Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Real Madrîd û Juventus 1-1 beramber man û li gor vê skorê Juventus derket fînalê.
Di nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Real Madrîd û Juventus hatin hemberî hev.
Di pêşbirka ku li Stada Nou Campê hat lîstin de Real Madrîd û Juventus 1 û 1 beramber man.
Gola Real Madrîdê bi penaltiyê di deqîqeya 23emîn de Cristiano Ronaldo avet. Tîma Juventusê jî di deqîqeya 57emîn de bi gola Alvaro Morata skor kir 1 - 1.
Juventus bi vê skorê derkete fînalê û bû reqîbê Barcelonayê.