Spor

Ji UEFAyê lêpirsîna "silava eskerî"

EUFAyê ragihand ku di pêşbirkên Albanya û Fransayê da bi hinceta ku fitbolîstên Tirk di nav provokasyona siyasî da ne lêpirsîn dan destpêkirin.

Elif Orhan  | 15.10.2019 - Rojanekırın : 16.10.2019
Ji UEFAyê lêpirsîna "silava eskerî"

Ankara

EUFAyê ragihand ku di pêşbirkên Albanya û Fransayê da bi hinceta ku fitbolîstên Tirk di nav provokasyona siyasî da ne lêpirsîn dan destpêkirin.

Di daxuyaniya ku ji EUFAyê hat dayîn da hat diyarkirin bi îdiaya ku fitbolîstên di Tîma Neteweyî ya Ayê da dilîzin di seridandinên Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2020î da di pêşbirka ku îna borî bi Albanyayê ra lîstin û duh bi Fransayê ra lîstin da tevgerên ku tê da provokasyonên siyasî hene nîşan dan ji bo Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê lêpirsîn dan destpêkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo rêvebirina lêpirsînê ji Lijneya Disîplîn û Etîkê ya UEFAyê mifetîşek hat peywirdarkirin, daxuyaniya berfireh a der barê mijarê da dê pişt ra bê dayîn.

Fitbolîstên di Tîma Neteweyî ya Ayê da Arnawudiyê 1-0 têk birin û di deplasmana bi Fransayê ra da 1-1 bi hev ra man û fitbolîstan piştî golên ku avêtin silava eskerî dabûn û van golan diyariyê Mehmetçîka ku di Herekata Kaniya Aştiyê da peywirdar in kirbûn.

Ji aliyê din va UAFEyê da zanîn ku li ser dirûşmeyên nijadperest ên di pêşbirkên Bulgaristan-Îngilistanê da der heqê aliyan da lêpirsîn dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın