Spor

Tirkiyeyê pêşengiya xwe domand

Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê ku di koma Hyê ya Seridana Şampiyonaya Ewropa 2020î da cih digire li deplasmanê bi Fransayê ra 1 û 1 beramber ma û lîderiya xwe ya di komê da domand

Abdullah Tel  | 15.10.2019 - Rojanekırın : 15.10.2019
Tirkiyeyê pêşengiya xwe domand

France

Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê ku ji bo bikaribe beşdarî EURO 2020î bibe di koma Hyê ya Seridana Şampiyonaya Ewropa 2020î da têkoşîna xwe didomîne.

Tîma Tirkiyeyê bû mêvanê Fransayê û di nîva ewil a pêşbirkê da xwediyê malê di lîstikê da serdest bû.

Di nîva ewil a pêşbirkê da ji tîma herdu welatan jî gol nehat.

Lê di nîva duyemîn a pêşbirkê da ji tîma Fransayê Olivier Giroud gol avêt û Fransa 1 û 0 derbasî pêş bû.

Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê dev ji pêşbirkê berneda û di deqîqeya 82yemîn da Kaan Ayhan li ser navê Tirkiyeyê gol avêt û skor bû 1 û 1.

Ji tîmên herdu welatan jî di deqîqeyên mayîn ên pêşbirkê da tu gol nehat û herdu tîm jî bi puanekî razî bûn.

Bi encama pêşbirkê va pûanê Tirkiye û Fransayê yên di koma Hyê da derket 19an û ji ber averajê Tirkiye lîderê komê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.