Busenaz Surmeliyê madalyaya zêr qezenc kir
Werzişvana neteweyî Busenaz Surmeliyê di Şampiyoniya Boksê ya Jinan a Dinyayê da reqiba xwe ya Çînî Lîu Yangê têk bir, madalyaya zêr qezenc kir
Istanbul
Werzişvana neteweyî Busenaz Surmeliyê di Şampiyoniya Boksê ya Jinan a Dinyayê da madalyaya zêr qezenc kir.
Di pêşbirka ku li Ulan Udeya bajarê Rûsyayê hat lidarxistin da Busenaz Surmelî (21) û reqiba wê ya Çînî Lîu Yang di fînala 69 kîloyan da hatin pêşberî hevdu.
Surmeliyê di 3 rauntê da jî serkeftineke baş nîşan da û reqiba xwe ya Çînî Lîu Yangê têk bir û madalyaya zêr qezenc kir.
Şampiyon Busenaz Surmelî ji kêfan giriya û silavên xwe ji eskerên beşdarî Herekata Kaniya Aştiyê bûne ra şand.