MOSKOVA
Li bajarê Volgograda Rûsyayê di traleybusekî de teqînek pêk hat û li gor agahiyên ewil herî kêm 10 kes mirin.
Li gor ajansên nûçeyan fermî yên Rûsyayê teqîn li bajarê Volgogradê, li herêma Dzerjinskiyê serê sibê pêk hat. Teqîn di traleybusa ku nimeraya wê 15 ye de pêk hat. Li gor agahiyên ewil herî kêm10 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Der barê hejmara mirî û birîndaran de agahiyên cuda tên gotin.
Ji hêla din di teqîna ewil ya ku duh pêk hatibû de hejmara kesên ku mirine gihîşte 17an.