Serokomar Erdogan beşdarî merasima îmzeyê ya "Peymana Şarm el-Şêxê" bû

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwandina Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî û Serokê Amerîkayê Donald Trump hat Misrê û beşdarî merasima îmzeyê ya "Peymana Şarm el-Şêxê" bû.
Serokomar Erdogan beriya merasima îmzeyê li Navenda Fuarê ya Navneteweyî ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump va hat pêşwazîkirin. Erdogan li vê derê demekê bi Trump ra sohbet kir û paşê wêne dan kişandin.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Trump pêşwaziya pêşengên welatên beşdar kir, wêneya malbatê hat kişandin.
Merasima îmzeyê ya ku Erdogan beşdar bûyê, bi hatina qadê ya gelek pêşengên welatan va dest pê kir.
Serokê Amerîkayê Trump axaftina vekirinê ya merasimê kir.
Paşê Serokomar Erdogan, Serokê Amerîkayê Trump, Serokomarê Misrê Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî Peymana Şarm el-Şêxê îmze kir.
Pêşengan paşê wêneya xatireyê jî dan kişandin.
Piştî merasimê beşdar derbasî salona ku Zîrweya Aştiyê ya Şarm el-Şêxê wê lê were kirin, bûn.