05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
OTTAWA
Hat ragihandin ku rêvebiriya Kanadayê ji bo rewşa êzdiyan tespît bike heyetê dişîne Iraqê.
Wezîrê Welatîtiyê û Koçberiyê John McCallum di parlamanetoyê de daxuyand ku wan biryareke daye êzdiyan ji komkujiyê xilas bikin.
McCallum got ku ev pirsgirêk cidî ye û ew dixwazin der barê wan de hemû zehmetiyan hîn bibin.
Mccallum wiha axivî: "Komeke kifşkirinê ya girêdayî wezareta me wê here Iraqê ku pirsgirêkan li cihê xwe bibîne û e wê rastiyan tespît bike."
Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Wezîr MCallum der barê tîmê, wê herin ku, bi kî re hevdîtinan bikin û mijarên wek van de agahî nehat dayîn. Lê hat gotin ku tîm wê di nav hefteyek an jî du hefteyan de here Iraqê.
Wezîrê Karên Derva yê Kanadayê Stephane Dîon cara ewil di sala 2014an de gotibû ku êzdiyên bûne hedefa rêxistina terorê DAEŞê û xwe spartine Tirkiyeyê ji ber talukeya komkujiyê ne. Li gor Konvansiyona Neteweyên Yekbûyî a 1948an Kanada rewşa ku êzdî dijîn bifermî wek komkujî binav dike.