25 Sibat 2017•Rojanekirin: 26 Sibat 2017
MONTREAL
Jesse Pelletîerê (25) welatiyê Kanadayê li ser YouTubeyê vîdeoyek parve kiribû û di vîdeoyê da misilman tehdîd kiribûn. Pelletîer ji ber vê hat darizandin û biryara doza wî hat dayîn.
Pelletîerê ku di vîdeoyê da got ku "Ez ê her hefte misilmanekî bikujim", cara dawîn derket pêşberî dadger û got ku ew poşman bûye û êdî bûye merivekî baştir.
Pelletier sûcê xwe qebûl kir û lêborîn xwest.
Dadger pêşiyê 2 sal ceza dayê, lê ji ber poşmanbûna wî cezayê wî daxist 18 meh cezayê şopandinê û 100 saet jî xizmeta qamûyê dayê.