Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got: "A niha ev sazgehên ku jê re Twitter, Youtube û Facebook tê gotin, ev sazgeh malbatan serûbin dikin. Di van de montaj heye, hema tu çi bêjî heye. Ez tênagihêjim ku çawa dibe hê jî kesên ku xwedî eqlêselîm vê Twitter, Youtube û Facebookê diparêzin. Her cure vir û xapînok li van deran heye. Li hember kesên ku tiştên nebûyî wekî tiştên bûyî nîşan didin em ê bertek nîşan nedin? Em ê li hember kesên ku êrîşî miletê min dikin, bertek nedin?