Piştî ku Qirimê bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ragihand û ji Ukraynayê veqetiya û bi peymanê ve bû perçeyekî Rûsyayê, Meclisa Neteweyî ya Tatarên Qirimê jî ji bo kifşkirina paşeroja xwe ev çendîn roj in hewl didin ku biryarekê bistînin.
Serokê Meclisa Neteweyî ya Tatarên Qirimê Rifat Çûbarov daxuyand ku ji bo tayînkirina enînivîsa Tataran wan biryara civandina Lijneya Neteweyî daye.
Çûbarov gotinên xwe wiha domand: "Em ê Lijneya Neteweyî ya Tatarên Qirimê ji bo parastina mafê gelê Tatar bicivînin. Me tu wextî dest ji mafê xwe yê çarenûsê nekişaniye. Em ê di lijneyê de biryar bidin ku ka em ê çawa bikaribin vî mafê xwe pêk bînin."
Çûbarov bal kişand ku Tatarên Qirimê dê li ser axa xwe bijîn û ji ber ku Tatar qewmekî qedîm e dê mafê çarenûsa xwe bi kar bînin.
Lijneya Neteweyî ya Tatarên Qirimê dê di 29ê adarê de bicive.