Demirtaş beşdarî mitînga ji aliyê partiya wî ve ku li kolana Beykentê ya li navçeya Kûrtalana Sêrtê hat kirin bû û li vir axivî. Demirtaş got ku ew li hêviya hilbijartinên dê di 30ê adarê de bên kirin in, wek partî bendewariyên wan ên meqamê nînin, daxwaza partiya wan azadiya niştiman e.
Demirtaş wiha dewam kir: "Piştî berxwedaneke dijwar ku bi salan dewam kir em ê gavên berbiçav bavêjin û ber bi azadî, biratî, û demokrasiyê ve biçin. Mîmarê vê aştiyê jî gel e."
Demirtaş got ku aştî tiştekî hêsan pêk bê nîne û wiha pê de çû:
"Ji bo me li ser axa me tune bikin, ji bo em ji kurdbûna xwe şerm bikin çi ji destê wan hat kirin. Ji ber ku em bi kurdî diaxivîn gotin hûn ji mirovahiyê derketine. Lê şikir ji Xwedê re me li ber xwe da û em gihiştin vê astê. Ev diyariyeke tu kesî nîne ji bo we. Lewra dema ku we li ber xwe dida ji bilî Xwedayê we tu kesî alîkariya we nekir."