Hat ragihandin ku balafirên şer ên Kanadayê li Iraqê operasyona esmanî bir ser kozikên DÎŞIyê yên li ber Çemê Firatê.
Korgeneral Vanceyê ku ji artêşa Kanadayê ye civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê operasyonên Kanadayê de agahî da. Korgeneral Vance daxuyand, yekîneyên DÎŞIyê yên ku rêya avê ya sivîlên iraqî girt, bi operasyoneke esmanî hatin bombebarankirin.
Korgeneral Vance got ku di operasyonê de makîneyên kar ên DÎŞIyê ên qeraxê Çemê Firatê jî hatin bombebarankirin û ragihand ku balafirên şer ên ku alîkariyê didin hêzên koalîsyonê, heta niha 27 caran tevî operasyonan bûn.
Korgeneral Vance destnîşan kir ku di operasyonê de bombeyên bilazer GBU-12ê ku 227 kîlo ne, hatin avêtin.
Vance got ku di operasyonê de sivîlan zirar nedît.