Misteşarê Ewlekariya Navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî diyar kir ku bi tenê hêzên pêşmergeyan li dijî DÎŞIyê di şerê bejayê de bi ser ketin, ji ber vê yekê jî ji endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) alîkariya çek, aborî û sîyasî xwest.
Barzanî di civîna hevpar a Komisyonên Mafên Mirovan û Karên Derve yên Parlementoya Ewropayê de axivî û destnîşan kir ku hin endamên YEyê çekên sivik dan hêzên pêşmergeyan lê belê ev çek di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de têrê nakin, di destê milîtanên DÎŞIyê de fuze, tank û topên ku ji artêşên Sûriye û Iraqê bidestxistibûn henin.
Barzanî ji endamên YEyê xwest ku bila firoke û çekên giran û ji bo bikaranîna van jî perwerdeya leşkerî bidin.
Barzanî destnîşan kir ji ber ku rêveberiya Bexdayê fona wan birî hewcedarê piştgiriya fînasê ya welatên YEyê ne û wiha got: "Em li ser navê dinyaya azad li dijî DÎŞIyê şer dikin lê belê dinyaya azad ji me re hacetên ku hewce dikin naşîne."
Barzanî peyama "ji bo ku tehdîda terorê rabe û li paytextên we êrîşên terorê neyên kirin dibê hûn bi herêma Kurdistanê re bixebitin" da YEyê.
Merûr Barzanî bangî civata navneteweyî kir ku bila rejîma Bexdayê çekên wan kontrol neke û destûrê bide ku çekên giran ji herêma Kurdistanê re bên şandin. Barzanî diyar kir ku civaka navneteweyî zêde piştgirî neda muxalefeta Sûriyeyê ji ber vê yekê jî di derketina DÎŞIyê de berpisiyariya wan he ye.