TORONTO
Li Mîssîssaugaya bajarê Torontoyê, ya ku gelheya wî ji milyonekê pêk tê, bi sed hezaran misilman û Kanadayî li Qada Pîrozkirinê li hev civiyan û bertek nîşanî bûyerên li Misrê dan.
Komeke Tirk jî bi dest wan de alayên Tirk û Misrê beşdarî xwepêşanê bûn. Xwepêşander bi sloganên "Misra Azad" û "Sîsî Bicehime" ber bi avahiya serokatiya şaredariyê meşiyan.
Hîndekarê Zanîngeha MacMasterê Yasîr Haddara jî beşdarî protestoyê bû û daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Haddara di daxuyaniyê de diyar kir ku di dîroka Misrê de cara ewil e, gel ji bo birêvebirên xwe yên hilbijartî tekoşînê dide. Haddara ragihand ku gelê Misrê li hember derbeya leşkerî ji bo demokrasiyê bêyî ku ji mirinê bitirsin, têkoşînê didin, lê di vê tekoşînê de bi tenê hatin hiştin. Haddar got ji bo ku Tirkiye alîkariya gelê Misirê dike, hemû Misrî jiTirkiyeyê re spasdar in.