22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
BEXDA / HEWLÊR
Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li bajarên cihê yên Iraqê qadên wek perwerdehî û medyayê da kar û barên xwe birêve dibe.
FETO li paytext Bexdayê û bajarê Besrayê di bin navê Koleja Işikê da xebatên perwerdehiyê dike û li Kerkûkê jî bi Koleja Çax û 2 pêşdibistanan va xebatên xwe dike.
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê jî FETO xebatên xwe yên ku cara ewil di sala 1993yan da bi vekirina dibistanekê dabû destpêkirin didomîne.
Saziyên FETOyê yên ku li Hewlêrê di bin banê Şirketa Fezalarê da cih digirin ev in:
"Zanîngeha Işikê, Lîseya Qîzan a Nîluferê, Lîseya Xortan a Işik Bahtiyar, Dibistana Gulanê, Dibistana Birayetiyê, Dibistana Ronakî, Qreşa Işikê, Dibistana Navîn a Gulanê, Dibistana Navîn a Qîzan a Nîluferê."
Di qada medyayê da jî radyoya Dewran FMê ya rêxistinê weşanê dike û tê zanîn ku navendên zimanê biyanî yên FETOyê ya di asta zanîngehê da jî hene.
Ji bilî Hewlêrê navendên perwerdehiyê yên rêxistina FETOyê li Silêmaniye, Dûhok û Helepçeyê jî hene.