BEXDA
Li gor agahiyan li navenda Bexdayê nêzîkî qerajekê erebeyeke bibombe teqiya.
Di demek şûn de, di heman herêmê de bombeyeke din ya ku di rê hatibû bicihkirin hat teqandin.
Çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê diyar kirin ku li gor agahiyên ewil 6 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Tu kes êrîşê xwedî derneket. Hat diyarkirin ku hejmara miriyan dibe ku zêde bibe.