ERBÎL
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkanên ewlehiyê bi dest xistin, li herêma El- Kemaliye ya li bakurê Bexdayê nêzî firûnekê teqîn çêbû. Di teqînê de kesek mir û 8 kes jî birîndar bûn.
Li Telafera bajaroka Mûsulê jî tirimbêleke parkkirî teqiya. Di teqînê de 3 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din ve hin kesên nenas êrîşî berberekî li taxa El- Erebiya Mûsulê kirin. Di êrîşê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya El- Havîceya Kerkûkê jî êrîşa çekdarî birin li ser navenda qontrolê ya girêdayî Sahvaya ku ji bo têkoşîna bi El- Qaîdeyê re hatibû avakirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de du endamên sahvayê mirin.
Kesî berpisyariya teqînan negirt ser milên xwe û rayedarên Îraqê jî der barê mijarê de hêj tu daxuyanî nedane.