DİYARBAKIR
Serokê Odeyê Ferhat Deger civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku li Sûriyê gelê kurd li ber çavê hemî dinyayê tê qetilkirin. Deger anî zimên ku bi vê komkujiyê hewl didin ku kurdên ev bi sedan sal in li ser xaka xwe dijîn, qir bikin. Deger diyar kir ku bêdengmayîna li hember vê bûyerê tê wateya teşwîqkirinê û got mixabin raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên tenduristiyê li hember vê qetlîyamê hê jî bê deng in.
Deger wiha axivî: "Em wek Odeya Bijîşkan û 11emîn Odeya Dermanfiroşan ya Diyarbekirê, ji bo ku vê qetlîamê raxin ber çavan û hewcedariyên lezgîn pêk bînin, kampanyayeke havpar ya malzemeyên tibî didin destpêkirin. Lîsteya dermanên hewce û malzemeyên tibî hatin diyarkirin. Ev lîste dê her dem bê rojanekirin û di malpera me de bê weşandin. Em ji endamên Odeyên Dermanfiroşan û Bijîşkan arîkariyê dixwazin. Derman dê li navnîşana ku li jêr hatiye diyarkirin bên berhevkirin û em dê teslîmî cihên eleqedar bikin."
Serûm, dermanên zarokan, dermanên nexweşên kronîk ( yên wek şekir, astim û tansiyonê ) di serê lîsteya dermanan de cî digirin. Deger dest nîşan kir ku hewcehiya zarokan bi mamayan heye û diyar kir ku welatiyên ku dixwazin arîkariyê bikin bila xwe bigihînin van navnîşanên li jêr:
"Taxa Baxcilerê, Kolana Amîdê, Siteya 11emîn ya Odeya Dermanfiroşan ya Diyarbekirê, sikaka 1097an (Pişta Eywana Dawetê ya Ronesansê) Baxlar/ Diyarbekir.
Telefon: Odeya Eczayê 0412-228 08 09-0544-456 19 92, Odeya Bijîşkan ya Diyarbekirê 0505-558 52 08-0530-320 15 28"