QAHÎRE
Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand ku di xwepêşandanên salvegera Şoreşa 25ê Çileya Paşîn de 49 kes mirin û 247 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Misrê de hat gotin ku ji bo salvegera Şoreşa 25ê Çileya Paşîn li Qahîre, Mînye, Gîza û Îskenderiyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin û di van xwepêşandanan de 49 kes mirin û 247 kes jî birîndar bûn.