Wezareta Parastinê ya Afganistanê diyar kir ku sibehê zû êrîşî herêma Karte Nev a Qabîlê kirin û di encamê de, 2 wezîfedarên Hêzên Hewayî û 2 sivîl bi tevayî 4 kes mirin.
Hat diyarkirin ku di nav birîndaran de zarok jî hene û rewşa hin birîndaran pir xedar e.
Alîkarê Midûrê Ewlehiyê yê Qabîlê Seyid Gulaga Haşîmî hat cihê bûyerê û wiha daxuyand: "Otobuseke Hêzên Hewayî ji bo rêwiyan hilde li rawestgehekê sekinî û di wê navberê de çalakvanê xwekujiyê teqemeniyên di dest xwe de avêtine ser otobusê. Di encama teqînê de yek jê jin 4 kes mirin."