BEXDA
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê li bajarê El Enbara Iraqê li dijî Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ya ku girêdayî El Qaîdeyê ye operasyon li dar xist û di operasynê de 20 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat gotin ku: "Yekîneyên leşkerî yên Iraqê li herêma El Buferaca li ser Ramadiya bajarê Enbarê 20 terorîst kuştine." Der heqê operasyonê tu agahî nehat dayîn.