ANKARA
Hat ragihandin ku di hevdîtina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ya îro de hat destnîşankirin ji bo ku Iraqê ji pevçûnên mezhebî xilas bikin û yekîtiya ax û siyaseta wê biparêzin di demeke herî kurt de divê hikûmeta lihevkirinê bê avakirin. Bal kişandin li ser sax û silamet vegerîna Tirkiyeyê ya welatiyên tirk ên ku hê jî li herêmê tên girtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin bidestxistin di hevdîtina di navbera Serokwezîr Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî de di serî de Mûsil û Kerkûkê û li ser rewşa dawîn a herêmê sekinîn.
Di hevdîtinê de bal kişandin ku bêîstiqrarî û pirsgirêka ewlehiyê ya li herêmê dibe sedemê fikaran û hat diyarkirin ji bo ku qeyrana heyî bê çareserkirin, divê li Iraqê hikûmeteke ku hemû alî tê de hene û armanca wê ew e ku li welêt hêz û parvekina dahatê ya bi edalet bi dest bixe, bê damezrandin.
Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku ji bo nehêlin Iraq ber bi şerekî mezhebî ve biçe, yekîtîya ax û siyasî ya welêt bê parastîn, demildest avakirina hikûmeta lihevkirinê gelekî girîng e.
Serokwezîr Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir ku Tirkiyeyê alîkarî da gelê sivîl ên ku di bûyerên li Iraqê de zirar dîtin û di vê çarçoveyê de ji 12ê hezîranê vir ve di serî de herêmên ku piraniya kesên wan tirkmen in, arîkariya mirovahiyê şandin hemû kesên hewcedar.
Hat ragihandin ku di hevdîtina Erdogan û Barzanî de mijara hevkariya der barê vejenê de jî hat rojevê, her du alî bi biryar in ku hevkariya ku berê niha xîmê wê hatibû danîn pêş bixin û berdewam bikin.