Di daxuyaniya ku Qesra Spî belav kir de, hat diyarkirin ku Bîden û Erdogan pêşketina Dewlata Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) xeternak dibînin. Her du aliyan li ser vê mijarê li hev kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî cih digrin: "Bîden bangewazî kir da ku DÎŞIê xebatkarên dîplomatîk ên tirk digel sivîlên ku girtine berde. Bîden got ku ji bo li dijî DÎŞIê têkoşînê piştgiriyê dide hevkariya bi gelê Iraqê re. Bîden û Erdogan biryar dan ku di pêşerojê de li ser rewşa Iraq û Sûriyeyê îstişare bikin."