Polîtîka

Erdogan: Bi Angolayê ra di pîşesaziya parastinê da em ji bo her cure piştevaniyê amade ne

Türkan Tosun  | 18.10.2021 - Rojanekırın : 19.10.2021
Erdogan: Bi Angolayê ra di pîşesaziya parastinê da em ji bo her cure piştevaniyê amade ne

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtin û îmzekirina hin peymanan yên bi Serokê Dewleta Angolayê Manuel Gonçalves Lourenço ra civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Erdogan di daxuyaniya xwe ya li vir da got ew bawer dike ku di mijara vejenê da derfeta hevkariyeke cidî ya di navbera Tirkiye-Angolayê da heye.

- "Em ji bo her cure piştevaniyê amade ne"

Serokomar Erdogan daxuyand ew bi Angolayê ra di qada pîşesaziya parastinê da ji bo hevkariyê amade ne û wiha axivî: "Em di van mijaran da ne kevneparêz in. Me got em ji bo her cure piştevaniyê amade ne. Di mijara têkoşîna dijî terorê da em ê li gel meqamên Angolayiyan bin."

Erdogan ragihand Angolayê beriya niha ji Tirkiyeyê ÎHA û SÎHA xwestiye, îro jî ew li ser wesayîtên bizirx hin hevdîtinan dikin.

- Ji bo dinyayeke adil divê em dest bidin hev

Serokomar Erdogan anî ziman ji bo dinyayeke adil divê ew bi hev ra bixebitin û wiha dewam kir: "Daxwaza me ya dinyayeke adil heye. Ji bo dinyayeke adil divê em dest bidin hev. Divê em netirsin. Heke em bitirsin, ev zilm wê Afrîkayê dorpêç bike. Li Libyayê, Somaliyê hûn tiştên diqewimin dibînin. Zilm hê dewam dike. Ji bo ku em ji van xelas bibin, divê em bi hev ra dinyayeke adil ava bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın