HEWLÊR
Serokê Partiya Civaka Îslamî (Komela) Elî Bapîr diyar kir ku serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi qasî ku tê texmînkirin hêsan nîne û got ku "Ev ne kareke wisa ye ku bi daxwazan me bê cî."
Bapîrê ku Serokê Komelaya 5emîn partiya mezin a li HKIyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û rewşa nû ya Iraqê ya ku bi bidestxistina Mûsilê ya ji aliyê DÎŞIyê ve û helwesta xwe ya der barê DYA û Îsraîlê de nirxand.
Bapîr got ku îdîayên ku dibêjin herêma Kurdistanê piştî bûyerên dawîn ên ku li Iraqê diqewimin, ber bi serxwebûnê ve diçe rasteqîne nînin û wiha axivî: "DYA kurdan ji wesfa mutefîkan gelekî kêmtir dibîne. Hêsan nîne ku mirov fikra dewleta kurdan a serbixwe bibe asteke pêşveçûyî. Divê hemû alî li hev bikin. Ev ne tişteke wisa ye ku bi daxwaza min, a Mesûd Barzanî, Celal Talabanî, Noşîrvan Mistefa û bi daxwaza partiyên kurdan ên din bibe."
-"Polîtîqaya DYAyê ya Iraqê têk çûye"
Bapîr parast ku berpirsyarê bûyerên ku niha li Iraqê diqewimin DYA ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Aloziyên niha yên li welêt nîşan didin ku DYAyê di wextê xwe de li Iraqê fitneyê belav kiriye. Ji ber fitne ficûrên ku DYAyê belav kir van xakan tu rehetî nedît. Niha jî John Kerry tê û hewl dide ku berhema wan kirinên xwe temîr bike. Bi ya min polîtîqaya DYAyê ya Iraqê têk çûye. DYA ne tenê li Iraqê li hemû cihên ku dagir kiriye, mîrateyeke xirab li pêy xwe hiştiye."
-"Tu kesî kurdên iraqî tune ye"
Bapîr got ku hin partî û siyasetmedarên kurd di rabirdûyê de ji birêvebiriya Washîngtonê gelek bawer kirine û ketine nav xeletiyekê û wiha axivî: "Mixabin ku berê niha du partiyên serdest ên herêma Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan dan zanîn ku mutefîkên DYAyê ne. Birêvebirekî payebilind ê yek ji wan partiyan gotibû ku 'heke Tirkiyeya tirkmenan, Erebistana Ereban, Îrana şiiyan hebe yê me jî wek herêma Kurdistanê Amerîka heye'. Lê belê ev yek derket holê ku Îrana şiiyên , Erebistana suniyan, Tirkiyeya Tirkmenan li Iraqê heye. Lê belê Amerîkaya kurdan tuneye. Em xwe jî gelê xwe jî nexapînin."
-"DÎŞI encama polîtîqayên xelet e"
Bapîr got ku DÎŞI encamê polîtîqayên xelet ên li Iraqê ye û hikûmetên navend ên ku ev 8 sal in li Iraqê tên avakirin, gelek neheqî li ser gelê sunî kirin. Bapîr bal kişand kesên ku li hember birêvebiriya navend serî hilda, gelê sunî ye û DÎŞI tenê parçeyek vê tevgerê ye."
-"Tu kes ji bo DYAyê nabêje terorîst"
Bapîr pirsa nûçegihanê AAy yê wekî 'DÎŞI rêxistineke terorê ye an na' wiha bersivand: "Ez terorê wiha bi nav dikim: Heke kesek an jî aliyek fikrên xwe li kesek din ferz bike, ev yek terore. Êdî ev DÎŞI dibe an rêxistineke din dibe, wê nizanim. Wek mînak heke DYA dixwaze ku hemû cîhanê bixe bin serdestiya xwe, ev yek dikeve çarçoveya terorê. Li kîjan welatê bi qasî yên DYAyê baregahên leşkerî hene. Yên ku bombeya atomê avêt Japonyayê dîsa ew bûn. Yên ku li Iraqê çekên ûranyûmê bi kar anîn jî dîsa Amerîka ye. Kes nikare bibêje Amerîkayê terorîst."
-"Ez piştgirî nadim têkiliyên ku bi Îsraîlê re bên danîn"
Bapîr parast ku divê kurd bi tu awayî bi Îsraîlê re têkilî daneynin û got ku "Heke têkiliyên herêma Kurdistanê bi Îsraîlê re hebe ev rewşeke ne baş e."
Elî Bapîr axaftîna xwe wiha temam kir: "Kurd dê di rewşeke wiha de bi siyonîstan re çawa têkilî danin? Çawa bi vê dewleta ku bi awayekî neheq li xaka misilmanan bi cî bûye re, hevkariyê bike? Çima destûr nedan ku dewleta Îsraîlê ne li Ewropayê li nav xaka Filîstinê bê damezrandin. Ji ber sedemên dînî, sêyemîn haremê şerîfa misilmanan di destê siyonîstan de ye. Ev yek hemû misilmanan eleqedar dike. Misilman divê bi vê civakê re têkilî daneynin. Bila bingeheke meşrû nedin vê civakê. Ez piştgirî nadim tu têkiliyên siyasî û dîplomatîk ên ku dê bi Îsraîlê re bê danîn."