KERKÛK
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî çû Kerkûka di destê pêşmergeyan de ye.
Barzanî dê li Kerkûkê bi nûnerên partiyên siyasî re bê bal hev. Di civînê de dê li ser rewşa Kerkûkê û geşedanên dawîn ên li Iraqê bisekinin. Barzanî her wiha dê ji bo moralê pêşmergeyên ku ewlehiya Kerkûkê pêk tînin, ziyaret bike.
Mesûd Barzanî daxuyaniyeke weke "Bêguman Kerkûk parçeyekî Kurdistanê ye. Em li gor benda 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê tevdigerin. Em ev deh salên dawîn li bendê ne ku ev made bê tetbîqkirin. Bi ya me Kerkûk parçeyekî Kurdistanê ye û di vê mijarê de hewcehî bi axaftinê jî tuneye."