Serokcigirê Koma HDPyê Îdrîs Baluken got ku hikûmetê ji wan re ragihand ji bo ku hin kesên din jî beşdarî heyeta Îmraliyê bibin, şert û mercên muzakereyê baştir bibin tu pirsgirêk tune.
Baluken, piştî hevdîtina ku bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re kirin daxuyanî da rojnamevanan.
Serokcigira Koma HDPyê Pervîn Buldan û Parlementerê Stenbolê yê HDPyê Sirri Sureyya Onder jî li cem Baluken amade bûn.
Baluken got ku hevdîtina wan qasî saetekî dewam kir û wiha axivî:
"Em di hevdîtinê de li ser ji bo ku pêvajoya muzakereyê bilez bidome, bigîhîje encamekî, zimanê ku divê bê bikaranîn, xebatên ku divê bên dewamkirin axivîn û me tespîtên girîng kirin. Di vê astê de em ê vê heftê bi rayedarên hikûmetê û, berpirsyarên lijneya çareseriyê re hevdîtinan bikin. Derfeta me yê çêbibe ku em hin mijaran bi hurgîlî biaxivin."
Baluken li ser pirsa de wê vê heftî herin Îmraliyê an na wiha axivî:
"Em ê van hevdîtinan bidomînin. Hikûmetê der barê van hevdîtinan de dê bifikire û civînan plan bike. Dema hevdîtinên me qediyan, ji bo çûyina Îmraliyê tu astengî tune. Yanî di demeke kurt de tê plankirin ku heyeta me here Îmraliyê. Di mijarên ku hûn behsa wan dikin de jî tu pirsgirêk tune. Hikûmet ji bo ku kesên din jî bikaribin beşdarî heyeta me bibin û heyeta me here Girava Îmraliyê û raya giştî bê agahdarkirin tu astengiyan dernaxe."
Balukenê got hikûmetê ragihand ji bo ku hejmara heyetê zêde bibe û şertên muzakereyê baş bibe tu pirsgirêkek tuneye û wiha axivî: "Ev ji bo me pir girîng e, ji bo me biqîmet e. Di rojên pêş me de, hevdîtinên me de heke hurgilî zelaltir bibin em ê wê demê haya we jî pê bixin."
Rojnamevanekî daxûyaniyên Akdagan yên "Hewce nake ku bila welatekî din jî midaxîlê pêvajoya çareseriyê bibe û çavderîyê bike" bi bîr xist û got ku "Di hevditînê de ev komîte an jî mijar hate rojevê?"
Balûkan der barê wê pirsê de wiha got: "Ji bo heyeta şopîner helbet em axivîn. Di vê mijarê de di navbera me de tu niqaş tune. Li gor me heyeteke şopîner wek aliyekî sêyemîn di vê pêvajoyê de wezîfedar bibe pir baş e. Li Tirkiyeyê kesên ku vê wezîfeyê pir baş bînin cih hene. Rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, rûspî û gelek kes hene. Em vê îstişare dikin. Di navbera me de di vê mijarê de tu niqaş tune."