ANKARA
Serokomar Abdullah Gul û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li Koşka Çankayayê hevdîtin kirin.
Hevdîtina wan a Koşka Çankayayê qasî saetekî dewam kir û destûr ji bo çapemeniyê nehat dayîn.
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu jî beşdarî hevdîtinê bû.