Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) hêzên rejimê ji hewayê ve bi "bombeyên warîlê" ji bejayê ve jî bi topên hewayê û fuzeyên ji erdê ve tên avêtin êrîş kir. Di encama êrîşan de li Şamê 27, Helebê 24, Îdlibê 18, Raqqayê 17, Lazkiyê 11, Hûmûsê 5, Dêrayê 2 û Dêra Zorê kesek bi tevahî 105 kes hatin kuştin.
Di vê navberê de Konseya Giştî ya Şoreşê ya Sûriyeyê daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku bi balafirên şer ên artêşê digel firokeyan êrîş bir li ser herêma Raqqa, Heleb, Dêra, Hûmûs, Hama û herêmên di destê muxalifan de yên li paytext Şamê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşan de bi dehan xanî û avahî wêran bûn. Herwiha di navbera yekîneyên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) û hêzên Dewlata Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de jî li herêma Dêra Zorê carinan pevçûn pêk tên.
SANAya Anjansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê jî diyar kir ku hêzên ewlehiyê li Heleb, Lazkiye û Humusê operasyon kirin û di encama operasyonan de gelek kesên çekdar hatin kuştin û çekên wan hatin îmhakirin.