ŞIRNAK ŞABAN YILMAZ
Gundiyên ku ji gundên xwe, ji ber bûyerên terorê koç kiribûn, bi pêvajoya çareseriyê re, di çarçoveya projeya vegerînê de vegeriyan gundên xwe. 10 malbatên ku vegerîn gundê xwe ji ber xaniyên wan nîne 11 sal in di şikeftan de dijîn.
Gundiyên ku 2002yan de vegeriyan mezraya Zîrîncan a girêdayî gundê Kûrtûlûşê, 11 sal in ku di şert û mercên nebaş de di şikeftan de bi heywanên xwe re dijîn û di konan de serê xwe dişon.
Muxtarê gundê Kûrtûlûşê Mehmet Nûrî Genç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku mensûbên eşîra Bûtkanê, ji 300 salî vir ve ye li Zîrîncanê dijîn.
Genç da zanîn ku hetanî sala 1992yan jî li mezrayê jiyane, lê piştî bûyerên terorê gund hatine valakirin û wêran bûne. Genç wiha dewam kir: "Gundî û xizmên me koçê bajarê Enqere, Stenbolê û herêmên cuda kirin. Gundî di sala 2002yan de di çarçoveya vegerînê ya gundan de vegerîn ser axa xwe."
-Tevî heywanên xwe di şikeftan de dijîn
Genç bal kişan ser rewşa gundiyan a xedar û got: "5 salan bê av, ceyran û rê li vir man. Piştre li ser dawxaza me dewletê ji me re, rê da çêkirin, av û ceyran anî û ev pirsgirêkên me çareser kir. Lê welatiyên me yên li vir hemû di şikeftan de dijîn. Niha li mezrayê 10 malên me hene. Em dixwazin ji me re xanî bên çêkirin."
Dema ku baran dibare şikefta me di bin avê de dimîne
Maşallah Çîçekê ji niştecihên şikeftê îfade kir ku jiyana wan pir dijwar e û got. "Em sobê datînin lê ji ber ku kulek tuneye dû dernakeve derve. Wek ku hûn jî dibînin tawanê şikeftê ji ber dû û dûxanê reş bûye. Dema ku baran jî dibare şikeftên me di bin avê de dimînin. Em dixwazin ji xwe re xanî çêbikin, lê rê tuneye ku em qûmê bînin."
Em şîv û nanê xwe li derve çêdikin
Kanîte Geldiyê jî got ku ew niha sewalkariyê dikin û ji bo karê xwe bi rêk û pêk bikin pêdiviya wan bi xanî û rê heye. Geldî bal kişand ser jiyana wan a dijwar û got: "Em şîva xwe li ser kuçikê derve çêdikin. Cil û bergên xwe bi destan dişon. Lê rewşa me baş nîne. Em dixwazin dewlet alîkariya me bike û şert û mercên jiyana me baştir bibin."