KARS
Li Sarikamişa navçeya Qersê welatiyên ku pez xwedî dikin dest bi beranberdanê kirin.
Beranên ku tevlî birê dibin, dixwazin hêza xwe nîşan bidin û mêşina herî baş ji bo xwe hilbijêrin bi qiloçan li hev dixin.
Serokê Odeya Zireatê ya Sarikamişê Nesîm Gok daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku li Sarikamişê dema beranberdanê dest pê kir û wiha dewam kir: "Ji bo ku mêşin baş goşt bigrin û zêde şîr bidin lazim e ku beranberdan bê kirin. Beriya beranberdanê jî lazim e ku aşiya bruselayê bê lêxistin. Heke ku aşî neyê lêxistin ji bo berxan zirara wê heye."
Mustafa Saritaşê ku pêz xwedî dike jî destnîşan kir ku di mehên havînê de birên xwe li deşt û zozanan didin çêrandin û bi hatine meha cotmehê re êdî lazim e ku bir di goman de bên xwedîkirin.