BURSA
Xwediyê çelekê Huseyîn Sargin, li Taxa Îrfaniyê a navçeya navendî Nîluferê cotkariyê dike. Çêleka wî za û sê golik anî, du gol mê ne, yek jî nêr e.
Sargin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: Beriya niha min golikên cêwî dîtibûn, lê cara ewil e ku ez rastî tiştekî wiha têm.
Beytar Zîver Şahîn jî got zayînên wiha kêm tên dîtin, 15 sal e ez beytartiyê dikim, lê cara ewil e ez rastî tiştekî wiha têm.