Mehmet Koçê temîrkerê motorsîklet û xîzarên bimotor e li navçeya Ezîneya Çanakkaleyê dijî, kewa xwe bi devê xwe xwedî dike. Mirovên ku kewan li ser mil û serê wî dibînin şaş û metel dimînin.
Koç ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku wî ji sarinceke kevin makîneyeke pûngalê çêkiriye û bi vî awayî bûye xwediyê du heb kewan. Koç got ku ji wan kewan yekê tim bi xwe re digerîne û ji ber ku pir jê hez dike, dema temîrê dike jî wan ji ser milên xwe danayne.
Koç wiha dewam kir: "Ez kewên xwe bi devê xwe xwedî dikim. Avê dikim devê xwe û kewên min tên nikulê xwe li hundirê devê min dixin û ji devê min avê vedxwin. Tim li ser serê min û li ser milên min bi min re digerin. Dema ku ez temîrê dikim ji dengê motorê jî qet aciz nabin. Mirovên ku kewan li ser mil û ser serê min dibînin şaş û metel dimînin. Hin kes jî tên bi kewan re wêneyan dikêşin."