Hat diyarkirin kujerê ku li navçeya Bîgaya Çanakkaleyê 2 astsubay cangorî kirin, mirî hat bidestxistin.
Qaymeqamê Bîgayê Fatîh Genel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku piştî bûyera li gundê Sarniçê polês û cendirmeyan li derûdor û li çolên nêzî gund li Yakup A. geriyan.
Genel diyar kir ku li nêzî cihê bûyerê hisa wî hat kirin û tîmên taybet ên Midûriyeta Ewlehiyê yên Çanakkaleyê kujerê her du astsubayan mirî bi dest xist.
- Bûyer
Duh li ser îxbara ku Yakup A.yê li gundê Sarniçê dijî tedayiyê li jina xwe Hatîce A.yê dike ekîbên cendermeyê çûn gund. Ji ekîbê Cendirme Îlhan Yildiz dixwaze bi malbatê re biaxive û wan aş bike. Yakup A.yê ku tê îdiakirin hişê wî ne li hev e bi tivinga pompeyî Îlhan Yildiz dikuje û direve. Ji bo qefaltina Yakup A. operasyon li derûdora gund tê lidarxistin. Di van operasyonan de Serçawîş Omer Yanar jî bi guleya Yakup A. tê kuştin.