TBMM
Di çarçoveya sepandina krêdiya bêfaîz ya ji bo heywandariyê, ji sala 2010an vir ve koperatîfên Krediya Çandê 127 milyon krêdî dan nêzî 11 hezar û 201 şirîkê xwe û Bankeya Ziraetê jî 7,2 milyar krêdî da 238 hezar û 939 kesan.
Parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Şanliûrfayê Îbrahîm Bînîcî ji bo krêdiyên ku kesên bi heywandariyê re mijûl in bi kar anîne hîn bibe, pêşniyaznameyek dabû. Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker ji bo pêşniyaznameya Bînîcî bersiv da û diyar kir ku bikaranîna krêdiyên ji bo kesên ku bi heywandariyê re mijûl dibin, cara ewil di sala 2010an de dest pê kir û ji wê demê heta niha jî dewam dike.
Eker destnîşan kir ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilat 11 hezar û 201 şirîk ji kooperatîfên Krêdiya Çandê 127 milyon lîre krêdiya bêfaîz ya heywandariyê kişand û ji wan kesan bi tenê 18 şirîk 431 hezar lîre deynê xwe nedane û li wan jî doz hatiye vekirin. Ji bilî wan, şirîkên din hemû deynê xwe didin.
Ji sala 2010an vir ve heta niha ji bo heywandariyê 238 hezar û 939 kesî ji Bankeya Zireatê nêzî 7 milyar û 200 lîre krediya bêfaîz ya ji bo heywandariyê kişandine û piraniya van kesan jî deynê xwe paşve didin.