Dinya

Li Îranê di protestoya dijî zema benzînê da kesek hat kuştin

Fatih Gazioğlu  | 16.11.2019 - Rojanekırın : 17.11.2019
Li Îranê di protestoya dijî zema benzînê da kesek hat kuştin

Ankara

Li Sîrcana bajarê eyaleta Kirmanê di protestoyên dijî zema benzînê da kesek hat kuştin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Waliyê Sîrcanê Mihemed Mehmûdabadî got ku çalakiyên dijî zema benzînê duh şev bi aştiyane dest pê kirin.

Mehmûdabadî got ku di nav çalakvanan da hin kesan êrîşî îstasyoneke benzînê kir û wiha axivî:

"Hin kesan çalakî prove kir û xwestin agir berdine îstasyona benzînê. Li ser vê hewldanê hêzên ewlehiyê midaxeleyî çalakvanan kir. Di midaxeleyê da kesek hat kuştin û hin çalakvan jî birîndar bûn. Niha Tipa Edlî li ser sedema mirina çalakvanê hatibû kuştin û birîndaran lêkolîna xwe didomîne. Ji bo guleberdanê me tu telîmat nedaye hêzên ewlehiyê. Eskerên me bi tenê ji bo ewlehiya îstasyonê gule berdan hewayê."

Mehmûdabadî got ku piştî midaxeleyê li bajêr bûyer sekînin û ji çalakvanan jî xwest ku bila ew vegerin malên xwe.

Li Îranê lîtreya benzîna ku dewletê subvanse dikir di mehê da hetanî 60 litreyî ji hezar tumenî (50 quriş) derxistibûn hezar û 500 tumenî.

Heke di nav mehê da ji 60 lîtreyî zêdetir benzîn were kirîn jî her lîtreya benzînê ya ji vê zêdetir ew ê bibe 3 hezar tumen.

Li ser vê gel li bajarên Ahvaz, Huremşehr, Bîrcend, Meşhed, Geçsaran, Sîrcan, Bender Ebas, Îsfehan û Şîraz dijî zeman çalakî li dar xistibûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın