21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Îrana ku yek ji mitefîqê sereke yê rejima Esed e ji bo ku li rexê hêzên rejimê şer bike ji 2011an û vir ve esker û milîsên xwe dişîne şerê navxweyî yê Sûriyeyê. Tê texmînirin ku ji van esker û milîsan herî kêm 400 kes mirin.
Dezgehên fermî yên Îranê ji bo îdiayên ku Îran beşdarî şerê li Sûriyeyê dibe dibêjin, "derew" e û nûçeyên kuştiyên îranî yên ku di çapemeniyê de derdikevin re jî dibêjin ew "dilsoz" in. Îran mensûbên Pasdarên Şoreşê yên ku tên kuştin wekî "teqawitbûyî", "eskerê berê" an jî "serpereşt" pênase dike. Tê şîrovekirin Îran ji bo ku sûcdariya piştgiriya rejima Esed ji ser xwe bavêje rewşê wiha pênase dike.
Li gel vê, ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNAyê di nûçeyeke xwe ye 15ê hezîranê de daxuyand ku hejmara îraniyên ku li Sûriyeyê hatin kuştin 400 e. Ji xeynî vê nûçeya ÎRNAyê der heqê kuştiyên Îranê yên di şerê Sûriyeyê yê ku ket sala xwe ya 5an de tu dezgeheke fermî daxuyanî an jî agahî neda. Tê texmînkirin ku ji wê tarîxê û heta roja îro hejmara kuştiyên Îranê zêde dibe. Der heqê kuştî û birîndaran da jî car caran ajansên nûçeyan ên fermî û nîvfermî yên mîna Fars, Tasnîm, ÎRNA, ÎSNA nûçeyan belav dikin. Lêbelê nûçeyên ku bi destê van ajansan va hatin belavkirin, der heqê kuştî û birîndarên Îranê da pêzanîneke sînorkirî dan.
Ji hêla din hemara ku ÎRNAyê da, di navê de kuştiyên Îranê yên di operasyonên li Iraqê de tuneye. Ji ber ku ÎRNA kesên navborî wekî "Şehîdên Parastina Tirba Hezretî Zeynebê" pênase dike. Ev tirbe jî li Şamê ye. Medyaya Îranê kesên ku li Iraqê tên kuştin jî wekî "Şehîdên Parastina Tirbeyên Îmameynê" bi nav dikin.
- Reqama teqez di destê "Dezgeha Parastina Berhem û Nirxên Pîroz a Sererkaniyê" da ye
Hejmara teqez a efserên Îranê yên ku di şerê dervayê welat da mirin bi tenê di destê Dezgeha Parastina Berhem û Nirxên Pîroz a Sererkaniyê da ye. Digel ku malpera înternetê ya vê dezgehê heye jî, lê dezgehê hê jî der heqê îraniyên ku li Sûriyeyê hatin kuştin de raporek belav nekir. AAyê digel çapemeniya Îranê medyaya civakî lêkolîn kir û gihaşt navê 300 îraniyên ku jê 26 kes efserên payebilind in.
Milîsên Îranê yên ji Efxanistan û Pakistanê
Unsûrên sereke yên Îranê yên di bin banê Pasdarên Şoreşê de ku beşdarî şerê li dervayê welat dibin ji hêzên milîsên îranî, Tûgayên Efxan Fatimiyyûn û Tûgayên Pakistan Zeynebiyyûnê pêk tên.
Tevî milîsên pakistanî bi qasî 4 hezar û 500 neferên Tûgayên Fatimiyyûnê yên ku eslê wan efxan in ji Îranê ji bo ku li rexê rejima Esed şer bikin çûn Sûriyeyê û tê gotin ku ev jî gelekî zeyîatê didin. 30 neferên Tûgayên Zeynebiyyûnê û 100 jî yên Fatimiyyûnê li Sûriyeyê mirin. Fermandarê Tûgayên Fatimiyyûnê yê efxan Elî Riza Tewesullî jî di adarê de li Sûriyeyê hat kuştin.
- 26 efserên payebilind ên Îranê di şerê li Sûriyeyê de mirin
Di van rojên dawî de hejmara kuştiyên Îranê yên li Sûriyeyê zêde dibe û li gor vê 8 jê general 26 efserên payebilind ên Îranê hatin kuştin.
Ji van yê herî balkêş Tuggeneral Huseyîn Hemedanî ye. Ji xeynî vî fermandarên Pasdarên Şoreşê yên ku li Sûriyeyê hatin kuştin wiha ne: Îsmaîl Heyderî, Hesen Şaterî, Ebdullah Îskenderî, Cabbar Derîsawî, Mihemed Cemalî, Hamîd Tebatebaî Mîhr, Emîr Riza Elîzade, Dadullah Şeybanî, Ebbas Ebdullahî, Riza Huseynî Muqaddem û Mihemed Elî Allahdadî.