Haydar Şahin
15 Îlon 2018•Rojanekirin: 16 Îlon 2018
ANKARA
Li Îranê ji ber kêmasiya baranê û hişkayiyê di bendavan da av kêm bû û av têra xerckirina navxweyî nake ji ber vê hişyarî hat dayîn.
Mihemed Hec Resûlîhayê Midûrê Giştî yê Şirketa Rêvabirina Çavkaniyên Avê yê Îranê got, "Ava ku li welêt tê xerckirina ji ava di bendavan da zêdetir e û ji ber vê jî rewşa bendavên Îranê bi şert û mercên krîzê ra rû bi rû mane."
Resûlîha daxuyanî da ISNAya Ajansa Xeberan a Xwendekaran û destnîşan kir ku rêjeya ava di bendavan da li gor ya sala par ji sedî 33 kêm bûye.
Resûlîha diyar kir ku par 32 milyar mêtrekup av di bendavan da kom bibû îsal jî 25 milyar mêtrekup av di bendavan da heye û wiha pê da çû: "Ji aliyekî va avên li ser erdê ji aliyên din va jî avên binê erdê kêm bûn. Rêjeya baranê ji ya ku em li bendê bûn kêmtir e."
Li Îranê baran kêm dibare û çavkaniyên avê jî kêm dibin ji ber vê hişkayî derdikeve û ev jî dibe sedema krîza avê.