ŞANLIURFA
Li navçeya Bozovaya li ser Şanliurfayê agir bi daristana herêma Bendava Ataturkê ket û nêzikî 3 hektaran daristan şewitî.
Li herêma hilberîna cêranê û Karên Avê yên Dewletê, di derengiya êvarê de ji ber xetên cêranê agir bi daristanê ket.
Agir bi bayê ve belav bû û di demek kurt de daristanê da ber xwe. Bi mudaxeleya tîmên Miduriyeta Herêmî ya Daristanan a Urfayê û tîmên ji Adiyaman û derdorê hatin agir hat vemirandin.
Qeymeqamê Bozovayê Recep Ozturk da zanîn ku agir ji ber têlên cêranê bi daristanê ketiye û got:'' Agir girtin bin konturolê, niha xebat didomin lê nêzikî 3 hektaran daristanê zirar dît.''