BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê pêşmerge û yekîneyên girêdayî artêşê, bendava Mûsilê bi tevahî ji destê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) sitand û tevahiya milîtanên DÎŞIyê ji herêmê derxist.
Berdevkê Artêşa Iraqê Korgeneral Qasim Ata daxuyanî da televizyona dewletê û wiha got: "Artêşa Iraqê bi tevkariya polês, hêzên pêşmerge, hêzên hewayî yên Iraq û DYAyê operasyon bir li ser milîtanên DÎŞIyê û bendava Mûsilê bi tevahî ji destê DÎŞIyê sitand."
Ata, destnîşan kir ku di encama operasyonan de 170 kemînên ku milîtanên DÎŞIyê li ser rê danîbûn jî berteref kirin.
Ata got ku operasyon dewam dikin û yekîneyên girêdayî artêşê piştî ku kontrola bendava Mûsilê pêk bînin dê ji herêmê derkevin û êrîşê herêmên din ên di destê DÎŞIyê de ne bikin.
Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) duh ragihandibû ku hêzên pêşmergeyan kontrola bendava Mûsilê bi dest xistiye. Serokê DYAyê Barack Obama jî ji bo alîkarîdayîna operasyonên pêşmergeyan destûra êrîşên hewayî dabû artêşê.