Li gor agahiya malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşên Acil û Afatê, bi saeta Tirkiyeyê erdhej di saet 05.32yan de nêzî bajarên Dezfûl û Khoramabada li ser sînorê Îran û Iraqê çêbû û mezinahiya wê 6,1 e.
Hat ragihandin ku di erdhejê de 50 kes birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtuya Jeofîzîka Zanîngeha Tarhanê daxuyand ku erdhej di saet 07.02yan de 10 kîlomêtre di bin erdê de çêbû û navenda erdhejê Mûrhûriya li ser eyaleta Îlamê ye.
Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê daxuyand ku hê ne diyar e ku kes di erdhejê de mir an jî birîndar bû.
Waliyê Abadanê Mecîd Askerî daxuyanî da ajansa fermî ya IRNAyê û got ku wan heta niha 50 kesên birîndar tesbît kir û dibe ku hejmara birîndaran zêde bibe.